Şopên jiyana komînal a civaka Kurd: Şevbêrk

Dengbêj û çîrokbêj, li bajarê Dêrika ku civaka komînal û hevpar lê zindî ye, bi şevbêrkan, ruh û hestên dîroka kevnar û civakî ji nûve vedijînin.

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Dêrik – Di çanda Kurdan de gelek şopên jiyana kevin a komînal hene. Yek ji vê çanda kevnar jî şevbêrk in. Bi taybetî bi hatina payîzê re ji ber ku kar û xebatên ji derve tên kirin ên mîna çandinî û hwd. namînin, endamên civakê li hev kom dibin û di şevên dirêj de şevbêrkan li dar xistin. Di vê kombûnê de kesek ji şevbêrkan re pêşengiyê dike û birêve dibe. Di şevbêrkan de mîna hemû karên komînal ên di nava civakê de jin û mêran bi hev re stranên dengbêjiyê gotine û li hev vegerandine. Di nava civakê de ji payîzê heta demsala biharê gotin di cih de be her roj li malekê şênî dicivîn bi çanda şevbêrkan dîrokê derbasi nivşê nû dikin. Bi rêya dengbêjî û çîrokên kevnar çandê derbasî siberojê dikin. Bi riya van dengbêjan civaka Kurd a di hemû kar û xebatên xwe de jiyana komînal esas girtiye, bi vê çandê şevên xwe bi kêfxweşî derbas kirine û ji dîroka xwe haydar bûye. Bi reya şevbêrkan dîrok û çand nifş bi nifş anîye îro û derbasî siberojê dike.

Hê jî gengaz e ku mirov şopên jiyana komînal a kevnar bibîne. Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, em îro dibînin ku hê jî berhemên civaka komînal a kevnar lê zindî ne. Dengbêj û çîrokbêjên ku di hemû gotinên xwe de dîrokê vedibêjin ji bo ajansa me şevbêrkek li dar xistin. Di şevbêrkê de dengbêj Helîm Mihemed a ji gundê Besta Sus, Xanê Evdila Hisên a ji gundê Besta Sus, Hazim Derwîş a ji gundê Mêrga Mîra, Elî Yûsif ê bi eslê xwe ji Cizîra Botan e, bi stran, dengbêjî û çîrokên xwe şeveke rengîn û dewlemend ji me re hiştin.

Bi riya şevbêrkan vegotina dîrokê

Dengbêj Hazim Derwîş bi dengbêjiya ‘Helya Mîro’ şevbêrk da destpêkirin. Piştî dengbêjiyeke bedew a ruhê me germ kir dengbêj Elî Yûsif li ser şevbêrkên ku di dîroka Kurdan de ciheke girîng girtiye şîrove kir. Elî Yûsif got “Em ê niha li ser Efun û Hêjal bibêjin” û dengbêj dest bi dengbêjiya xwe kir.

Paşê dengbêjên jin Helîm Mihemed û Xanê Evdila Hisên dengbêjiya ‘Memanî’ strîn.

Serpêhatiya Sultanê

Şevbêrkên ku bi dengbêjiyê dewlemend dibin bê çîrok nabin. Li ser vê yekê dengbêj Hazim Derwîş çîroka ‘Siltanê’ ya ku tê gotin li Botanê jiyaye û parçeyek ji serpêhatiya wan çaxan vedibêje got. Strana dengbêjiyê jî li ser çîroka bi êş a Sultanê ku bi darê zorê tê zewicandin, tê strîn. Dengbêjan paşê him stranên xwe gotin him jî li hev vegerandin.

‘Em ê nehêlin bê jibîrkirin’

Xanê Evdila Hisên a di şevbêrkê de li ser parastina çandê axivî wiha got: “Çanda me çandekê pîroz e. Divê em tu caran bêxwedî nehêlin. Ji bo parastina vê çandê çi ji me bê em ê bikin. Berê ji xeynî vê çandê tiştekî me tunebû. Stranên dawetan hemû bi devkî dihatin gotin. Em ê nehêlin ev kevneşopî bê jibîrkirin.”

‘Divê bên parastin’

Elî Yûsif bi gotina; “Me xwe bi vê çandê parast û em heta îro hatin” bal kişand ser parastina çandê û ev tişt got: “Nifşekî xebitî bo ku nifşeke din bigihîje serdema pênûs û lênûsan. Hêviya me ji helbestvan û nivîskarên me ew e ku vê çandê binivîsînin bikin pirtûk û li dibistanan li ser wan ders bidin ji bo şagirtên me jî bixwînin û fêrî çanda xwe bibin. Hûn bixêr û silamet hatin vê şevê. Heya şeveke din a şevbêrkan bimînin di nava xêr û xweşiyê de û ji we hemûyan re serkeftin.”

Di werza havînê de bi şevbêrka dengbêjên ji Dêrikê em jî bi dengbêjî û çîrokên hatin gotin hinek din hay ji çanda xwe bûn. Em jî di wê hêviyê de ne ku ruxmê hemû polîtîkayên bişaftinê yê li ser çand û dîroka me Kurdan çawa ku çanda me gihiştibe van rojan, di roja me de jî li dijî van polîtîkayan bi parastina çand û kevneşopiyê em bikaribin bigihînin pêşerojê.